Heyeta ku ji çavdêrên Bask, Katalan, Galîsî û Spanî pêk tê, ku ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li cih bişopînin çûn Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyek da. Di metna daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser gelê Kurd zilmeke sîstematîk tê kirin, ji aliyê rejîma Erdogan ve tê xwestin HDP’ bê girtin û di hilbijartinan de jî pêkanînên domdar û zextê yên polîsan li cih hatin şopandin.”
'ME ZEXTA POLÎSÊN TIRK DI CIH DE ŞOPAND’
Daxuyaniya ku ji aliyê partiyên siyasî yên wekî Podemos, Esquerra Republicana, Ebhildu û CUP’ê ve bi hevpar hate weşandin wiha ye:
“Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm û qelebelix ê Rojhilata Navîn e. Ew civakek ji 25 heta 35 mîlyonî ye ku bi dîrok, çand û zimanek hevpar ve girêdayî ye.
Di dîrokî de ji aliyê gelek desthilatdaran rastî zexteke sîstematîk hatiye: Li dijî gelê sivîl bombebaranên komî pêk hatine, koçberkirina bi darê zorê, girtin, darizandin, hewldana qirkirinê û hwd. hatine pêk anîn. Desthilatdariya Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî sîstematîk zilm li gelê Kurd kir, di gelek pêvajoyên hilbijartinê de binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk zêdetir kirin. Partiya Demokratîk (HDP) dît ku çawa şaredar û endamên meclîsa bajêr ji peywirê hatine dûrxistin, wekîl hatine girtin, pêvajoyên darazê bi tehdîda derveyî hiqûqê hatine meşandin. Di encamê de HDP’ê di hilbijartinên roja Yekşema borî 14’ê Gulanê de biryar da ku bikeve lîsteya Partiya Çepên Kesk ku yekbûneke mezin a çepên pêşverû û demokrat ên Tirkiyeyê ye.
Heyetek ji Katalonya, welatê Bask, Galîsya û Îspanyayê ji bo şopandina xebatên hilbijartinê ji bajarê Sêrtê çû Tirkiyeyê. Heyetê karîbû li cihê bûyerê hebûna berdewam û zordar a polîsan, hem di bûyerên siyasî de û hem jî di dema rêgezên dengdana hilbijartinê de piştrast bike.
‘ME NEÇAR KIRIN KU EM JI WELAT DERÊN’
Heyet ku armanca wê, belgekirina roja hilbijartinê bû, roja Yekşemê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat lêpirsînkirin û piştî ku lêpirsîna wan bi dawî bû, bi saetan di navenda polîsan de hatin ragirtin û neçar kirin ku ji welat derkevin.
Bi kurtasî, Bakurê Kurdistanê û bi giştî Tirkiye di bin desthilatdariyeke otorîter û zordar de ne, ku em hêvîdar in ji tûra duyemîn a ku di 28’ê Gulanê de hatiye plankirin, biguhere.”